Li Urmiyê Seva Teqinekê Zarokek Kurd bû Qurabanî

13:14 - 25 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Zarokek temen 16 salî ê xelkê bajarê Urmiyê seva teqînekê di nav mala wan de bû qurbanî.

Nûçegihaniya Îsna bilav kir,Zarokek temen 16 salî seva teqînekê dinava mala xwe de li bajarê Urmiyê bi xurtî birîndar bû û piştî veguhastin bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Heya dema bilavbûna vê nûçê sebeb û sedema teqînê nehatiye zanîn.

Ji aliyek din nûçegihaniya Faris bilav kir,ku pitir ji 30 welatiyên xelkê bajarê Kirmaşanê seva hilkirina agirê Newrozê bi xurtî birîndar bûne.