LI URMIYE DI ENCAMA TEQÎNA MAYÎNÊ DE GENCEKÎ LÎNGÊ XWE JI DEST DA

20:38 - 7 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Car din li Mirgevera Urmiye seva teqîna Mayînê Gencek Kurd Lîngê xwe ji dest da.

Pêka nûçeyê Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, duh li herêma Mirgever a girêdayî bajarê Urmiye, kesek bi navê Ebdulkerîm kurê Ezîz piştî ku tewlî Akinciyên herêmê diçin da ku sedema teqîna Mayînê li hetiya bihorî de bi dest bixin, her li wê herêma berê dikeve ser Mayînê û lîngek xwe ji dest dide.

Ev kesê birîndarbûyî, xelkê gundê “Gêsyan”ê ye.

Bûyera roja duşembiyê bûye sedema nîgeraniya xelkê û ewna, Komara Islamî bi Berpirsê wan Bûyerên tal dizanin.

Roja 2’ê Tebaxê, Welatiyek bi navê Zêro Ibrahîmî xelkê gundê “Elyê” ketibû ser Mayînê ku Ebdulkerîm jî tewlî xelkê herêm û Hêzên Ewlehî çon da ku Egera Teqînê bizanin lê ew jî kete ser Mayînê.

Pêka amara Navenda Amara Kurdpa, di destpêka îsal de heya niha 5 Welatiyan bi sedema teqîna Mayînê Jiyana xwe ji dest daye û 4’ê din jî birîndar ketine.