Li Urmiyê cotkarekî bi derba gulleyên hêza Besîc canê xwe ji dest da

20:54 - 11 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Cotkarekî Kurd yê xelkê bajarê selmasê bi navê “Bêhzad Kemalî”, dema ku li cotkariyê û li ser xewiyên xwe yên cotkariyê, vedigeriya mala xwe, bûye armanca gulleyên hêzên çekdar ên rejîmê û canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Bêhzad Kemalî yê 72 salî êvariya roja Pêncşemî berwarê 7’ê Nîsanê dema ku li karê cotkariyê ver bi mala xwe vedigeriya, bûye armanca gulleyên hêzên Besîc ên ser bi Komara Îslamî û dem û dest canê xwe ji dest da.

Tê gotin ku hêzên ewlekariyê û bi taybetî hêza Besîc li piraniya rêyên daketina nava bajarê Selmasê de, xalên pişkinînê danîne û bi vî awayî xelkê deverê aciz dikin û tirumbêlên Kurdan disekinînin.

Tê gotin ku girtin û kuştina hemwelatiyên Kurd, li bajar û gundên ser sînorên Kurdistanê ji aliyê hêza Întizamî û Sipah û Besîc ve, ber bi zêdebûnê ve çûye.

Eva di demekî de ye ku Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Îsal di peyama Newroziya xwe de reagehand ku di sala nû de, bona têkiliya zêdetir tevî xelkê xwe , wê hêza pêşmerge bişînin kûrahiya axa Kurdistanê.