LI ŞÛNÊN COR BI COR, MEHMED UZUN TÊ BÎRANÎN

15:05 - 28 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Bi Hevkariya dostên Mehmed Uzun û li ser navê Yekitîya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdê, Mehmed Uzun Tê bîranîn.

Pêka rapora avestayê, dê ji bo bîranîna 5 emîn salvegera koça dawiya Mehmed Uzun, li Hewlêr, Dîyarbekir, Stenbol û Stokholmê civînên bîranînê bên çêkirin.

Civîna li Stokholmê roja pêncşemê 11/10/2012 saet 18.00-20.00 li avahîya ABFê ye.

Peyivdarên civîna Stokholmê, Agneta Pleijel, Arne Ruth, Ciwan Haco, Firat Ceweri, Jonas Modig, Jonas Nygren, Katarina Frostenson, Kjell Espmark, Maria Modig, Marita Ulvskog, Mustafa Can, Omar Sheikhmous û Seyidxan Anter ne.

Mehmed Uzun li 22’ê Çiriya Paşîn li Rîha a Kurdistana Turkiye ji dayîka xwe hate cîhanê.

Di demekî de ku di Salên 1920’an ve heya 1990’an givaşên bi ser Kurdên Turkiye gelek bûn, lê Mehmed Uzen zaf pertûk li ser Kurdan, Netewebûna wan, Wêjeya Kurdî û zaf rpmanên Kurdî nivîsandin û bi zimanên weke Almanî jî gelek berhemên wî di ware Kurdan de hene.

Mehmed Uzun li sala 2007’an de çavên xwe li Jiyanê daxistin.