Li Şinoyê kesayetîyekî olî yê Kurd hat binçavkirin

12:48 - 24 Îlon 2022

Roja Înê 1`ê Rezberê welatiyê Kurd yê bi navê mamoste mela Enver Restigar pêjnmêjê gundê Şêxan a girêdayî bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek haydar, ev welatiyê olî yê Kurd di xutbeya roja Înê de siyasetên hikûmeta Îranê û reftarên hêzên ewlehî digel nerazîbûnên li derheq qetla hikûmetî ya Jîna Emînî de, her piştî vê axavtinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye: Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeya dadgehê mela Enver Restigar li rêya di navbera Şino bo Pîranşarê binçav kirine.

Wê çavkaniya haydar di vê derheqê de gotiye: Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wî welatiyê olî yê Kurd de, bêrêzî bi wî kirine.

Herwisa ev welatiyê olî yê Kurd piştî binçavkirinê bo cihek nediyar veguhastine û li derheq qedera wî de ti zanyariyên serast tunînin.

Mamoste mela Enver helbestvan û nivîskarê xelkê Peswêya ser bi bajarê Pîranşarê ye.