LI SÎNORÊN URMIYE, ÇAVDÊRÎ ZÊDE DIBE

16:24 - 9 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Ewlehiya Komara Islamî li herêma Urmiye Burcekên çavdêriyê zêde dikin.

Pêka rapora Kurdpa, Hêzên Komara Islamî, ev heyamek e li Tirgever a Urmiye dest avêtine çêkirina Burcekên çavdêriyê.

Tê gotin Komara Islamî seva wê yekê gelek Bûdceyê xerc dike.

Kedkarek wan Burcekan ji Nûçegihanê Kurdpa re got: Zêdebarî viya ku herêm li nebûna deretana xebatê dilorîne, lê ji bo kedkarekê Burcekan 45 Hizar û ji bo Benna 80Hizar Tumen tê dayîn.

Her wisa ji bo veguhastina hewcehiyan, 300 Hızaran didin xwediyên Maşînên barraker ku hevkariya wan bikin.

Her wisa wê çavkaniyê Îddia kir ev Burcek ji bo sekinîn li hember êrîşa Israîl bo ser Îranê li hev tên.

Du Heftiyan beriya niha jî Cîgirê Pedafenda Esmaniya Urmiye gotibû zaftir ji 300 xalên Sînorî ên hestyar têne hewcemedkirin.