li sînorê bajarên Kurdistanê, kuştin û birîndarkirina kolberan berdewam e

12:00 - 15 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 24`ê Befranbarê, kolberê Kurd yê bi navê, “Mêhran Rehmanî” temen 23 sal û kurê Xefûr, xelkê gundê “Menîcelan” ê li sînorê bajarê Bane, rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hat û canê xwe ji dest da, û kolberekî din yê bi navê, “Îbrahîm Rehmanî” jî bi dijwarî birîndar bûye.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê ew du kolberên Kurd, digel destyeke ji kolberên din bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan kirine û di encamê de kuştin û birîndarbûna du kolberan li pey xwe anî.

Herwisa wê çavkaniyê ev yeka jî eşkere kiriy ku: Hêzên leşkerî ev du kolberên Kurd li dema zivirînê de, bi bê ku tiştek digel wan hebe, gulle li ser wan de reşandine.

Çavkaniya Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ragihandiye: “Îbrahîm Rehmanî xalê Mêhran Rehmanî ye û herdu jî xwediyê zarokan in û Mêhran demek kurt e ku jiyana hevpar pêk aniye.”

Herwisa wê çavkaniya Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ev yek jî zêde kiriye: Di wê bûyerê de Îbrahîm Rehmanî bi dijwarî birîndar dibe û bona çareseriyên pizîşkî bo navenda dermanî tê veguhastin.