Li Silêmaniyê fistîvala Qedemxêr wê birêve here

13:04 - 7 Şibat 2012
Kurdpa: Bona bi bîranîna 80’emîn salvegera koça dawiyê ya Qedemxêr li rojên 21 û 22 Rêbendana sala 1390’î de, wê fistîvala Qedemxêr li bajarê Silêmanîyê de birêve here.

Sîrwan Celalî lêjneya bilind ya fistîvalê bi ajans û radyoya Peyamnêr ragehandiye ku “Sentera hewbeş ya LOR, bi diruşma “Qedemxêr jineke şoreşvan, serkirdeyek netewî” fistîvala Qedemxêr li bajarê silêmaniyê saz dike”.

Ew yek jî ragehand ku li fistîvalê de çendîn lêkolînên akadêmî û zanistî li ser Qedemxêr û dîrok û kultur û çanda Loran, wek beşek ji neteweya Kurd bi zimanên Kurdî, Farsî û Erebî wê bên pêşkêş kirin.

Qedemxêr yek ji jinên herî şoreşvan ên Kurd e ku li herêma Loristana Îran de rêberiya tevgerek siyasî civakî kiriye.

Ew sala 1900’an a Zayînî li cihekê li bakura Endîmişk û Loristanê ji dayîk bûye û keça Koxa Qenî yek ji kesayetiyên herî navdar ên Loristanê bûye ku serperestiya eşîra “Qelawend” kiriye.