Li şeva Yelda de li Merîwan bi “ Celal Melekşa(Melekşahî)” xelata salê pêşkêş kirin

12:30 - 23 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: koma çandî-huneriya Vejîn li doma xebatên xwe de û bi hatina şeva Yelda, bi pişkdariya hejmarik zor ji helbestwan û edîbên Kurd, korik edebî bi rê bir.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, saet 8ê êwara roja Şemî, 30ê Sermawez, korik edebî û şaîrane li şarê Merîwan bo bir kirina şeva Yelda hate rêxistin ku têde xelata sal bi Celal Melekşahî, helbestwanê binavê Kurd hate pêşkeş kirin.

\"17524.jpg\"
xelata “ Berûya zêrîn” bo rêz girtin ji emrik xebat li barên edeb û çanda Kurdî de, pêşkêşî helbeswanê Kurd, Celal Melekşahî kir
Despêka rêresmê de peyama sentera Vejîn ji aliyê “ Ednan Nasirî” hate xwendin û paşî Celal Melekşa, mêvanê taybetiyê rêresmê, helbestên “ Karwan karwan”, “ Helo” û “ Êwara Xerîb” , pêşkêşî pişkaran kir.

Li qonaxik din de fîlma “ Berd(Kevir)” bi derheneriya Pervîz Rostemî hate şanî dan û paşî gurûpa mûzîka sentera Vejîn, çend perşe mûzîkik pêşkêş kirin û paştir “ Şev çere û Hinar” li nawa pişkarande parvekirin.

Li doma rêresmê de helbestwanê Kurd, Kiyûmers Emîrî, nas kirî bi Lek Emîr û paştir jî helbestwanê ciwan, Aram Fethî û her wisa Şadî Seidullahî û Enver Rewşen, Elî Hêyderî, helbestwanê Kurd ji xelkê Xurasan, Kemal Emînî, Gulale Durûdiyan, Şino Civanroyî û Yûnis Rizayî, helbestên xwe bo mêvanan xwendin.

Li rêresmê de ku heya saet 11ê şevê dom kir, Ednan Berzencî, jiyan nameya Celal Melekşahî(Melekşa) xwend û paşî xelata “ Berûya zêrîn” bo rêz girtin ji emrik xebat li barên edeb û çanda Kurdî de, pêşkêşî helbeswanê Kurd, Celal Melekşahî kir.

Cela Melekşahî li sala 1330a rojî li gundê “ Melekşa “a ser bi şarê Sinê ji dayîk bû û li midê emrê çandî û helbestwaniya xwede, çendîn berhemên binavên edebî û helbestî afirandine û heya niha berhemên vî bi zimanên Erebî, Firansî, Ingilîsî û Rûsî hatine wergêrandin.
\"17516.jpg\"

\"17517.jpg\"

\"17518.jpg\"

\"17519.jpg\"

\"17523.jpg\"