Li Serdeştê du kedkarên bînasaziyê bûne qurbaniyê bûyera kar

17:31 - 2 Hezîran 2021

Roja Şemî 11`ê Cozerdanê, du kedkarên bînasaziyê li bajarê Serdeştê, di dema karkirinê de bi sedema berbûn ji bilindahiya bînayeke bi nîveçêkirî, rastî bûyera kar hatin. 

Nûçegihanê Ajansa “Kurdpa”yê nasnameya yek ji wan kedkaran ku di dema bûyera kar de cane xwe ji dest dabû, “Ebûbekir Îsmaîlzade” ê kurê Ehmed, ragihandiye.

Herwisa nûçegihanê Ajansa “Kurdpa”yê ragihandiye: “Ebûbekir xêzandar û xwediyê sê zarokan e”.

Heya niha nasnameya kedkarê din ku di wê bûyerê de birîndar bûye bo Ajansa nûçegihaniya” Kurdpa”yê rohn nebûye.

Ew du kedkar li sêrêyana “Marexan”ê rastî vê bûyerê hatine.