Li ser zarokên Koban û Şengalê pêşangeheke wêneyan

14:37 - 7 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji wênegirên Kurd, bi armanca nîşandana derd û kolên zarokên Koban û Şengalê, dê pêşangeheke girûpî a wêneyan li çend bajarên Ewropa lidar bixin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 9 wênekêşên Kurd û derekî di wê pêşangehê de, tevî nîşandana derd û azarên zarokên Kurdan li Şengal û Kobanê, alîkariyên madî ji dê bi wan re bidin berhev kirin.

Selah Nadirî, Hawar Muradî, Hîwa Ebasî, Mediya, Ala Riyanî, Mariya Şêx Aqayî, Emced Açît, Tîmutî Fadîk, Ana Apoloniya û Elçizîk, ji wênekêşên beşdar li wê pêşangehan de ne.
\"25831.jpg\"
9 wênegirên Kurd û derekî (biyanî) bi lidarxistina pêşangehekî, dê alîkariyên madî zarokên Koban û Şengakê re berhev bikin
Ew pêşangeh dê roja pêncşem 9`ê nîsana 2015`an, li Muzexaneya Etnîkî a wezareta Derekî a welatê Lehistanê bê lidarxistin û heya roja Înê 1 Golanê dom bike.

Biryar hatiye dayîn ew pêşangeh li welatên Holenda, Îngilistan û Danmarkayê jî birê ve here. Armanca sereke ya birêveberên pêşangehê jî eve ku kesên beşdar alîkariyên xwe bi zarokên Koban û Şengalê re bi rê bikin.

Du kes ji wan wênegiran ku jor navê wan hat birin (Mariya û Ana) ragihandin: Bi armanca alîkarî kirina zarokêm Koban û Şengalê, kesên tên pêşangehê, divê bilêtan bistîn in paşê karibin beşdar bibin.