li ser sînorê Urmiyê kolberekî Kurd bi teqeya rastevxwe a hêzên hikûmetê canê xwe ji dest da
12:25 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2021
Roja Înê 18`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ebdulezîz Hacîpûr” temen 43 salî, kurê Ebdulcebar û xelkê gundê “Çiryava” yê ser bi devera Mirgewer, li encama teqeya rasterast a Spaha Pasdaran li ser sînorê Urmiyê canê xwe ji dest da.
Hêzên Spaha Pasdaran bi bê agehdarkirina berê li devera “Bênar” ya Mirgewer ew kolbere dane ber gulleyan û di encame de canê xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyek agehdar, ew kolbere tenê çend boks cigere cem bûne.
Termê “Ebdulezîz Hacîpûr “ bo pizîşkiya yasayî li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.
Ew Kolbere xîzandar e û xwediyê 3 zarokan e.
Li gor amara tomarkirî li Navenda Amara Saziya Mafê Mirov a Kurdpayê, di heyama 6 mehên despêka sala 2021`an de, 98 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.