Li Seqizê Xwendekarek Kurd seva boyera Kar canê xwe ji dest da

13:57 - 23 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Xwendekarek Kurd ê xelkê bajarê Seqizê seva boyera Kar li dûkana Pençergîriyê canê xwe ji dest da.

li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Bêhzad Erdelan temen 20 salî û kurê Ferdîn,xelkê bajarê Seqizê ku li dûkana pençergîriya babe xwe kar dikir, seva boyera kar cane xwe ji dest da.

Bêhzad Erdelan xwendekarê zanîngeha “Peyama Nûr”a bajarê Seqizê bû û yek ji werzişvanên naskirî ê rişteya bersînganê bû.

çavkaniyek herêmî bi nûçegihaniya kurdpa ragehand: di dema boyerê de babe xwendekarê navbirî ji bi xurtî birîndar bûye û jibo nexweşxaneya Seqizê hatiye şandin.

li heyamê çend mehên bihurî de çendîn rapor û nûçe li ser kar kirina xwendekaran û werzişvanên herêmên Kurd akincî li ajansa kurdpa hatin bilav kirin ku seva feqirî û belengaziyê kar dikin.