Li Seqizê serbazek din ê Kurd xwe kuşt

13:29 - 28 Adar 2012
Kurdpa: serbazek Kurd xelkê Seqizê bi sedemek nediyar dawî bi jiyana xwe anî.

Nûçegihaniya Seqizê bilav kir ku leşkerekî Kurd bi navê Mihemed akinciyê taxê Sîlo ya bajarê seqizê bi sedemek nediyar xwe kuşt.

Li gor hemen vê çakaniyê ew leşkerê Kurd çend rojan berî vê bûyerê di gel hevalekî xwe dibe şerê wan, û hevalê wî jî gefan lê dixwe ku wê rapora hinek çalakiyên wî ên weşartî dê bide berpirsyarên pêwendîdar, û wî jî ji tirsa girtina xwe de dst bi xwe kuştinê kiriye.

Berî wî leşkerê Kurd jî, Îbrahîm Zîbayî xelkê Goltepe û Resûl Seadet temen 23 salî xelkê Qişlaqa Efxanan li padgana Kirmaşanê de bi awayek gomanawî canê xwe ji dest didin. Her weha li derdora bajarê Bane û Şinoyê jî dû bûyerên weha rû dane ku têde du leşkerên Kurd canê xwe ji dest dane.