Li Selmasê Hikûmet Bi Helîkopteran Dest Kir Bi Komkirina Setelaytan

12:33 - 1 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Eva çend rojek e ku hikûmeta Îranê bê hebûna tu îznek yasayî êrîş dikin ser welatiyên bajarê Selmasê û dest bi ser dezgehên esmanî ên wan digirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Selmasê, hêzên întizamî bi armanca destnîşankirina ew malên ku xwedî setelatt in, mifah ji hilîkopterê werdigirin û bi vî awayî wêne ji wan malan girtine ku dîşa setelaytê li nav hewşa yan ser bane malên wan e.

Piştre hêzên întizamî bê hebûna îzna yasayî û bi bikaranîna alavek ku şiyana peydakirina pêla setelaytê hene, malan dest nîşan dikin û êrîş dikin ser malên xelkê û dest bi ser dezgehên wan ên esmanî girtine.

Ev karê hikûmetê tirs û nîgeranî xistiye nav dilê xelkê û xelk ji tirsa ewê ku hêzên Îranê alavên wan ên din nebin, setelaytê bikar nabin.