Li Sedeştê Wilatiyek Din Ê Kurd Kete Ber Destrêjiya Hêzên Çekdar Ên rejîma Îranê

13:33 - 23 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Îranê li gundekî bajarê Serdeştê wilatiyek Kurd kuştin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê çend rojan berî niha li navbera gundên “Hurmizavê” a herêma Gewirk a bajarê Serdeştê wilatiyek Kurd ê xelkê wî gundî bi navê “Simaîl Hecî Xidir” ji aliyê hêzên Întizamî ên dewleta Îranê hat kuştin.

Heya niha ji sebebê teqeya hêzên rejîma Îranê nehatiye zanîn. Her wiha berwar 1’ê Befranbarê wilatiyek Kurd bi nave “Dilşad Pirozî” kurê “Elî” li herêma “Qanqa Berdanê”a serdeştê seva destrêja hêzên îranê li tirombêla xwe de hat kuştin.

Salane hejimarek zaf ji wilatiyê sivîl ên Kurdistanê li nav cadeyên gund û bajarên Kurdistanê, tenê bi gomana hilgirtina kel û pelên qaçax ji aliyê hêzên Întizamî ên Komara Îslamî a Îranê tên kuştin û birîndar kirin.