Li Sala 2012`an 132 rojnamevanên hatine kuştin

15:53 - 2 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Enstîtuya Navneteweyî ya Rojnamevana (IPI) ragihand ku ji serê sala 2012 ve 132 rojnamevan li ser karê xwehatine kuştin.

li gor zanîyariyên ku li malpera xendan hatine vergirtin, IPI’ya ku navenda wê li Viyanayê y,bi daxuyaniyekê derbarê kuştina rojnamevana de amaje bi sala 1997’ê kir û ragihand ku herî zêde di sala 2012`an de rojnamevan hatine kuştin.

Li gorî raporê, li Sûriyê 31 rojnamevan û 8 nûçegihanên li ser karê xwe bûn hatin kuştin û Sûriye di vî warî de bû welatê yekemîn. Piştî wê jî Somalî bi kuştina 16 rojnamevanan di rêza duwemîn de cih girt. Di daxuyaniyê de derbarê Sûriyeyê de hate destnîşankirin ku hikûmet jî hêzên opozisyonê jî rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê dikin armanc û di gelek bûyeran de li rastî reftarên xirab tên.

Li gorî daxuyaniya IPI’yê welatên piştî Sûriye û Somaliyê ji bo rojnamevanan xeter Pakîstan, Kolombiya, Honduras, Filîpîn, Brezîlya û Meksîka ne.

IPI’yê di berdewama daxuyaniya xwe de cih da Turkiyeyê û bal kişand ku Turkiye bi girtina 70 rojnamevanan di warê girtina rojnamevanan de welatê yekemîn e.

Enstîtuyê bi bîr xist ku piraniya rojnamevanên hatine girtin Kurd in û destnîşan kir ku ev rojnamevan ji ber behaneyên siyasî yên weke “destekê didin terorê an jî rêxistineke li ne ya qanûnê.”