Li rojhilatê Kurdistanê befrê jiyan tevizand

13:58 - 10 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Tevî rewşa nexweş a aborî li welatê Îranê bi giştî û rojhilatê Kurdistanê bi taybetî, hatina demsala zivistanê û barîna befrê, li pirr deveran rêyên terafîkê da girêdan û peywendiya navbera gund û bajaran qut kir.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi 3 rojan li deverên rojava ên Kurdistana Îranê, befr û baranê destpêkiriye ku bi îhtimala Saziya Seqanasî a welatê Îranê, sir û seqema dijwar hîna ê bidome.

Tijîbûna cadeyên gunadn ji befrê û daketina pileya germayê, ji pirsgirêkên serke ên welatiyan li rojhilatê Kurdstanê tên hesibandin, lê hikûmeta Îranê bo vê pisrsê, pêdiviyên hewce gellek dereng dabîn dike û hin caran jî qet dabîn neke.

Heya doh rêyên girêdayî hev ên 45 gundên bajarê Sehne li parêzgeha Kirmaşanê bi sedema barîna befra giran hatibûn girêdan û hatîn û çûyîna tirombêlan li wir bi astengiyan re rûbirû bûye.

Cadeya Şino-Urmiye, Pawe-Merîwan, Pîranşehr-Temerçîn û Tikab-Sayîn kele(Şahîn dêj), ji wan rê û banan e ku bisedema barîna befra giran terafîk ji wan hatiye qedexe kirin.

Li Kirmaşanê hatin û çûyîn li 3 mihwerên Qorî Qele bo Pawe, Milmas û Xusru ava, rastî astengiyan hatiye, her wisa piraniya bajarên rojhilatê Kurdistanê hatin û çûyîna tirombêlan tenê bi riya zincîr kirina çerxên wam re mimkin e.
Hêjayî gotinê ye barîna zêdeyî nîv metre befir li gundê “Çerme Uliya” ê ser bi Sonqor û Kilyayî a Kirmaşanê, bû sedema qeşa û bûz girtina sûlav (abşar) a “Perîşan” ku ( bi gotina muxtarê gund) heya dawiya meha adarê ew sûlav ê mîna xwe bimîne.

Hewanasî a parêzgeha Îlamê ragihand: Heya dawiya hefteya tê, pileya germayê ê nizim bibe û mimkin e heya rêjeyeke zor ev pile daketinê bixwe bigre.

Raportên gihîştî ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berdewamiya befr û qeşayê ragihand û welatî agahdar kirin ku bêy zincîrên çerxan û pêdiviyên hewce ên zivistanê rêwitiyan nekin, herwiha ew haydar kirin, sîstemeên germayî ên tirombêlên xwe kontirol bikin.

\"24114.jpg\"

\"24107.jpg\"

\"24115.bmp\"

\"24108.jpg\"

\"24109.jpg\"

\"24110.jpg\"

\"24111.jpg\"

\"24112.jpg\"

\"24118.jpg\"

\"24119.jpg\"