LI ROJA NÛÇEGIHANAN DE LI ÎLAMÊ NEHÊLAN GOTARÊN KURDÎ DERKEBINE HOLÊ

15:41 - 17 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Demhijmêrek berî bi rêve çona roja Nûçegihan, ji berşdarbûyan re gotin ku nikarin babetên Kurdî der bixin rojevê.

Pêka rapra Ajansa Kurdpa, li roja 8’ê Tebaxê di rê û resma Bîr’anîna roja Nûçegihan de ku li Idareya Çandiya wê bajarê hate li darxistin, nehêlan Babetên Kurdî, beşdar bin.

Nûçegihanê Kurdpa li gor çalakên çapemeniyên Îlamê ve got: biryar hatibû dayîn ku gotarên bi zaraveya Kelhurî ku di Heftenameyên “Pêkkê Îlam, Alamtû û Manêşt” de hatine weşandin, derkevine pêşbirkê lê Demhijmêrek beriya rê û resmê ji wan re gotin ku we izna derxistina babetên Kurdî tu nîne.

Pêşgîrî li amadebûn û beşdarbûna Nivîskarên Kurd bi gotarên Kurdî ve, bûye sedema nerazîtiya wan.

Gişt xelatên han ji bo Nûçegihaniyên Hukûmî hatine terxankirin.