Li roja ji dayîk bûna xwe de, tê binax kirin !

15:35 - 17 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Fîdan Doxan 31 salan berî niha li Elbistana Mereşê çji dayîk bûye û îro ku roja ji dayîbûna vê ye,îro li Elbistana Mereşê tê binax kirin.

Îro rojbûna “Fîdan Dogan”ê ye. Lê Îro Fîdan Doxan bi axê tê teslîm kirin.Fîdan Dogana ku li Parîsê, di 9ê Rêbendanê de, bi Sakîna Cansiz û Leyla Şaylemez re hatibû teror kirin, di roja ku ji dayikê bûye, dîsa li cihê ku hatiye dinyayê tê binax kirin.

Îro Rojbûna 31 salî a Fîdan Doxanê ye.
Fîdan Dogan, di 27’ê Befranbar a sala 1360 a rojî an de, li navçeya Mereşê Elbistanê, li gundê Hançiplakê hate dinyayê. Îro 28’ê Befranbara sala1391 a rojî li cihê ji dayîbûna xwe bi axê tê teslîm kirin.