Li roja 8ê March de (roja cîhaniya Jin) xebatkara Kurd li şarê Sinê de hate girtin

21:34 - 8 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: li doma prosa ban kirin û girtina xebatkarên jinan ji aliyê hêzên ewleyiyê, yekik ji endamên kempêyna piştgirî ji jinên bê kes û êş kêşandî, li vî şarê de girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa; sibêzûya îro, Şemî, 17ê Reşemê(8 March 2014), roja cîhaniya jinan, Meryem Nasirî, xebatkara mafên jinan, yekik ji andamên kempêyna piştgirî ji jinên bêkes û êş kêşandî, ji aliyê hêzên asayişê de, li mala xwede hate girtin û bi ciyik nekivş, hate raguhastin.

Heya weşana vê nûçê, ji hegera girtin û cê ragirtina Meryem Nasirî, çi agadariyik ber dest de çinine.

Gorekî wan zanînên ku bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa gihîştine; pêşde jî li 29ê Rêbendana îsal de, yekik din ji endamên vê kempêynê bi navê Rozîta Ehmedî, hatibû girtin.

Ji aliyik din de, li doma bandor xistin ser endamên piştgirî ji jinên bêkes û êş kêşandî, 2 xwîşk bi navên Şehla û Sohêyla Ellah Wêysî, ji xelkê şarê Sinê ku hereşa girtinê pê kiribûn, midê çend rojane ku sernivîsa van nerone.

Her wisa li roja Duşem, 12ê Reşemê(3 March 2014), Sîmîn Çayçî, jine helbestwana Kurd ji xelkê şarê Sinê, ji aliyê parastina ewlehiya hêzên intizamiya şarê Sinê, hatibû bang kirinê û seba bi rêbirina her cur rêresmik bo roja 8ê March, hereşe pê kiribûn.

Îro Şemî, 17ê Reşemê, beramber bi roja 8ê March(Mars)( Roja cîhaniya jin), şarê Sinê bi hêzên zaf ji ajanên ewlehiyê û ajanên bikinc-sivîl, bi giştî rewşa asta bilinda êminiyê danî bûn.

Roja cîhaniya jin li welatên din de bi pişt giriya hukûmeta wan bi rê diçin ku li welatê Îranê de, ne bi tinê ji aliyê dewletê de bi fermî nas nakin, belku, pişkik ji xebatkarên mafên jinan digirin û bandorê dixin ser û hejmarik jî perakendên derê welat bûne.

Li roj jimêra hukûmeta islamiya Îranê de, roja 11ê Banemer(20ê Cemadî ûssanî), bi navê roja dayik û jin diyarî kirine.