Li Rewanser , dest û pê şiwanik şikandin û pez û terşên wî talan kirin

22:18 - 19 Gulan 2013
Ajansa kurdpa : roja duşem 28ê Banemer çend kes li şarê Rewanser li yekik ji gundên vî şarî, xêncî dest û pê şikandina şiwanik , pez û terşên wî talan kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa , şiwanik xelkê gundê “ tepekêwik” li dewera şarê Rewanser li dema pez çêrandina pez û terşên xwe bûye ku ji aliyê çend kes rê lêgirtine û xêncî şikandina dest û pê şiwan, 30 ser ji pez û terşên navbirî talan kirine.

Çavkaniyek agadar bi nûçegihaniya kurdpa ragihand : maşîna wan kesan li nêzîkî sêrêyana “Qazançî” a Kirmanşanê xira bû û ew kes hatin girtin.
Ji awirê xelkên wî nawçeyî, kar bidestên girêdayî bi hukûmeta islamiya Îran, ber qewimiyê wisa çi karek ji xwe nîşan nadin.

Her wista li midê çend heftiyên borî de, hejmarek zor ji terşên gundiyan li “ Wezman û Kelekan” li herêma Ebatû ji dewera şarê Dîwandere, hatine talan kirin.