Li qutabxaneyên derdora Urmiyê de pere ji qutabiyan tê standin

14:38 - 4 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Li gundê Dizê a ser bi herêma Mergevera Urmiyê, birêveberên qutabxaneyê ji bo gerim kirina qutabxaneyê Pere ji qutabiyan distînin.

Pêka rapora Ajansa nûçeyî a Kurdpa’ê li xwendingeha Xeyam a gundê Dizê a Mirgever de, birêveberên xwendingehê bi fermana îdareya perwerdê bo gerimkirina qutabxaneyê pere ji zaraokan distînin.

Çavkaniyekî haydar bi Kurdpa’ê ragehand ku qutabiyan re hatiye ragehandin ku divê her kes 10 heya 15 hezar tûmen pere bide.
\"10006.jpg\"
Eve jî li halekê de ye ku qutabxaneya Xeyam ji aliyê hin kesên xêrxwaz ên herêmê ve hatiye avakirin.

Ev karê han zext û givaşek zaf xistiye ser xwendekarên Kurd û tesîr li ser xwendina wan jî kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku pêştir jî li bajarên Merîwan û Bokanê karên wiha ji aliyê dewletê ve hatibûn kirin û bi zorî pere ji qutabiyan hatibû sitandin.