Li “Qesrişîrînê” gef ji malbata kolberekî Kurd hate xwarin

20:50 - 16 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî vê ku berpirsyarên Fermandariya Qesrişîrînê, gef ji malbata kolberekî Kurd yê bi navê “Se’îd Cemalî” xwarin, malbata kolberê kuştî neçar man ku bêdengiyê ji keysa kuştina kurê xwe bikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Kurdpa yê, cîgirê siyasî yê fermandariya Qesrişîrînê rêgirî ji bidûreçûn bû keysa kuştina Se’îd Cemalî ji aliyê malbata wî de kir û keysa kuştina vê kolberê 21 salî sekinand.

“Nê’imetltulah Nazperwerde” ji malabata Se’îd re ragehandiye ku, hûn nabe nerazîbûnê li hemberî kuştina kurê xwe û hêzên Întizamî nîşan bidin.

\"29352.jpg\"
Se’îd Cemalî
Yek ji kesûkarên Se’îd Cemalî serbarê piştrastkirin vê nûçeya Ajansa Kurdpa yê ragehand ku, malbata Se‘îd piştî kuştina navbirî, dawxaza lêpirsîn û bidûreçûnê bo keysa kuştina korê xwe kiribûn, lê ji ber zext û givaş û gef xwerina “Nê’imetltulah Nazperwerde”,ji gilînameya xwe paşgez bûn.

Çavkaniya navbirî herweha bas ji piştevanîkirina xelkê derdorê ji gilînameya malbata Se’îd dike û dibêje, hejmarek ji xelkê sivîl ên Qesrişîrînê daxwaza bidawîanîna zext û gîvaşa navendçên siyasî û ewlekarî ên hikûmetê bo ser malbata Cemalî kirin û ragehandine ku gerek rê ji ducarîbûna bûyerên han di herêmê de bê girtin.

Eva di demekî de ye ku teqeya rasterast ji hemwelatiyên Kurd di Kurdistana Rijhilat de, li jêr navê parastina sînoran, bûye diyardeyek asayî û rojane dibe sedema kuştina kolber û xelkê hejar ê Kurdistanê û, di hember de jî hikûmet xwe ji her cure bidûreçûnekî bo wan kêysan, diparêze.

Se’îd Cemalî, Verzişvanekî naskirî di herêma Qesrişîrînê de bû ku, di roja 10’ê Çileya pêşîn a 2015’an, di rêya Kemerbendî ya bajarê Qesrişîrînê de, ji aliyê hêzên Întizamî ên naskirî bi “NAJA” yê, hatiye kuştin.

Nûçegihaniya Kurdpa yê herweha eşkere kir ku, Se’îd Cemîlî bi sedema destengî û hejariyê, mijûlî veguhzitina “Gazo’îlê” bû bo ser sînorên Kurdistanê.