Li Pîranşehrê kasibkarekî Kurd hat qetil kirin

20:10 - 5 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Bi gulle reşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê bi ser kasibkaran de, dîsan yek ji wan hat qetil kirin û termê wî ji çolê bêxwedî ma.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva borî- 4’şibat (february)a 2015’an, hêzên leşkerî ên sînorê Pîrnşehra rojihilatê Kurdistanê, gulle bi ser hejmarek kasbkar de direşînin ku di encamê de kasibkarê Kurd ê binavê Menaf Karîwend, bi tundî tê birîndar kirin û piştre bi çend saetan bêxwedî man jiyana xwe jidest dide.

Yek ji wan kasibkaran ku nexwest navê wî bi eşkere kirin, peyamnêrê Kurdpa re gor: Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê bê ku em bizanibin, nişkave wek kemînekî ber me rabûn û bi ser me gulle reşandin ku di encamê de hevalekî me kuştin.

Karîwend ê 28 salî rûniştiyê devera “Şarwêran” a Mehabadê bû ku beriya niha bi çend salan bo debara jiyanê (bi neçarî) berê xwe dabû Pîranşehra rojhilatê Kurdistanê.

Pêştir Salih Nîkbext -parêzerê Kurd, di hevpeyvînekî ligel ajansa nûçegihaniya Kurdpa ragihandibû: Li çend salên borî, hemû haletên kuştina kasibkaran bi jêr navên “nêzî emnd” yan” xeynî emd” li yasaya hikûmeta Îranê de hatine pejirandin ku li ser vê pirsê kujer tawanbar nayên hesibandin.

Rexma kuştina berdewam a kasibkaran li welatê Îranê û şermizar kirina kujerên kasibkaran ji aliyên Saziyên Nawnetewî a Mafên Mirovan ve, karbidestên hikûmeta Îranê zêdetir ji caran, fermana gulle avêtina rasterest li ser hemwelatiyan û kasibkaran re bi rewa dibînin.