Li Pîranşarê nerazîbûna xelkê berdewam e

21:05 - 26 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Li Pîranşarê heya niha jî berpirsyarên hikûmetî qewl û sozên xwe bi cî neanîne, û xelk jî berdewam e li ser daxistina bazar.

Seba vê ku deriyên sînorî ên hatûçûna bazariyan hatine daxistin, bazariyên Pîranşar û Serdeştê nerazî ne,û her di vê derheqê de nûnerê xelkê Pîranşar û Serdeştê ragehandiye, ku derheq vekirna sînor çend caran berpirsyarên peywendîdar digel Elî Şemxanî sekreterê Şêvra Bilind ya Ewlehiya Neteweyî û digel nûnerl Elî Xamineyî di vê şorayê de, û digel serkomar û berpirsyarên din hevdîtin pêk anîn, da ku li ser vekirina deriykê li ser sînor biryarê bidin, û di encamê de li ser vê hindê sax bûn, ku ji destpêka meha Banemerê ve heya mehekê hemû deriyên sînorî li pêşberî kasibkaran de bêne vekirin, lê heya niha jî li Pîranşar û Serdeştê de ew biryara nehatiye cîbicîkirin.

Resûl Xizrî nûnerê xelkê Pîranşar û Serdeştê ragehand: “Me şikayeta li “hinge merzî”yê kiriye, jiber ku biryara Wezareta Navxwe derheq vekirina sînor cîbi cî nekiriye”.

Bazariyên bazarçeyên tîcarî ên Pîranşarê li ser vê ku sênor pênc meh e hatiye daxistin, û hemû kala û kelûpelên wan jî li piştî sînor hatine komkirin, û xisareke zaf li wan ketiye, çend roj e ku dest bi meşên nerazîbûnê kirine.

Hêjayî basê ye ku çend roj berî niha jî li bajarên Merîwan, Serdeşt, Bane û Pîranşarê, xelkê Kurdistanê bona nîşandana nerazîbûnên xwe li hemberî siyasetên aborî ên rejîmê, û daxistina sînoran, û tundtirkirin, û milîtarîzekirina kar û kasibiyê di Îranê de, bi girevgirtin û xwenîşandanên medenî, dengê xwe yê mafxwazî bilind kirin.