Li Pîranşarê kasibkarek li ber sirr û seqemê canê xwe ji dest da

13:31 - 29 Adar 2012
Kurdpa: Hemwelatiyek Kurd li heftemîn roja sala nû de li ber sirrê di dema birina barê xwe de, can da.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Mistefa Rîmas Kurê mela Morad û xelkê gundê “Delawan” ya ser bi Pîranşarê li yek ji çiyayên vê herêmê bi navê “ Kanî Xuda” de bi egera sirr û seqema dijwar canê xwe ji dest da.

Xelkê herêmên sînorî bo peyda kirina debara jiyanê rû dikne anîn û birina barê qaçax li ser sînor, û gellek caran bi bê girtin û lêpirsîn dibne armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê û canê xwe ji dest didin.