Li Pawê Wilatîyekî Din Ê Kurd Kete Ber Destrêjiya Hêzên Çekdar Ên rejîma Îranê

13:29 - 9 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Di rêya navbera Pawe – Newsûdê seba teqeya hêzên خntizamî yên خranê li tirombêlekê, kesek hat birîndar kirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê şeva Înê Berwar 17 li ser 18ê Sermaweza sala 1391 a rojî, hêzên خntizamî yên rejîma خranê li Pasgeha “Melander” a li nêzîk bajarê Pawê û li ser rêya Pawe – Newsûd ê teqe ji tirombêla wilatîyekê bi navê “Raşid” kirin kû li encam de navhatî bi xûrtî birîndar bû.

Pêka zaniyarîyên kû gihiştine Kurdpa,ê ev wilatîyê Kurd tu barekî Qaçax pê nebûye,lê teqe jê hatiye kirin û birîndar bûye.

Raşid paşê jibo nexweşxaneya bajarê Kirmanşanê hatîye şandin.
Li gor amara Navenda Amara Kurdpayê, li destpêka îsal heya niha , li herêma Kurdistana خranê de, 33 Wilatîyên Kurd seba Destrêjiya Hêzên اekdar ên rejîma خranê hatine birîndar kirin kû ji wan 21 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî hatine birîndar kirin.