LI PARLEMÊNTA ÎRANÊ PERTÛKÊN KURDÎ QEDEXE NE

14:23 - 24 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Parlemênta Îranê nahêle Nûçegihanên li derdora wêderê, ji Pertûkên Kurdî mifahê bistînin.

Pêka rapora Kurdpa, çend rojan beriya niha ku Nûçegihanê Kurde Îsnaya Kirmaşanê li Parlemêntê dixwast ji Pertêkên Kurdiye Pertûkxaneya Parlemêntê mifahê wergire, jê re hatiye gotin: nabe ji wan pertûkan mifahê wergirî.

Li Sala 2011’an de 450 Pertûkên li ware Wêje, Siyaset, Çand û Maf de ku 70 ji Sedî wan KUrdî û 30 ji Sed Erebî bûn, li Kurdistana Êraqê hatine kirîn.

Hin Pertûk jî jialiyê Navenda Çandiya Jîn ve bi Parlemêntê hatine pêşkêşkirin.

Di nava wan de Kovarêbn Kurdî jî bi ber çav dikevin ku 500 Hijmar ji Raman û Beyan jî bi 200 hijmaran dikeve berçav.

Hin ji Pertûkên Kurdiye Pertûkxaneya Parlemênta Îranê ewna ne: “Ferhenga Av, Ferhenga Av, Ferhenga Mîdya, Ferhenga Kurdî jib o Ingilîzî, pertûka Netewe, Serpêhatiya Barzanî, Kurd û Kerkûk û htd.