Li nêzî ser sînorê devera Soma û Biradost, 3 kolberên Kurd di encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran de birîndarbûn

13:10 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Pêncşemî, 9ê Tîrmeha 2020 an, sê kolberên kurd bi navên “Hikmet Ehmedî” kurê “Sidîq”, xelkê gunê “Koran”ê, “Şemzîn Ehmedî” kurê “Hakim” xelkê gunê “Koran”ê û “Roşen Cehangîrî” kurê “Fazil” xelkê gundê “Sînava” a girêdayê devera Soma yê, di encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran, bi dijwarî birîndar bûn.

Hêzên Spaha Pasdaran, bê ewê ku pêşte wan agehdar bikin, teqeya rasterast ji wan kolberan kirine.

Ew 3 kolberên Kurd bona tedawiya pizîşkî bo navêndên dermanî yên bajarên “Geverê” û “Wan”ê hatine weguhastin.

Gorî zaniyariyan birînên kolberê bi navê “Roşen Cehangîrî” gelek kûr û dijwarin û 3 gulle bi zikê wî ketine.