Li Mihabadê Çiya gerek Kurd li çiya canê xwe ji dest da

14:18 - 10 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Çiyavanek nasikirî yê bajarê Mihabadê li dema geryana li çiyayên herêmê de seva “Seketeya Dil”di temenê 61’saliyê de canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwar 9’ê Adara 2013’an Husên Efsurdedil”li dema geryna li çiyayê “Sêkaniyan”a Mihabadê tûşî Sekteya Dil bû û her seva vê yekê canê xwe ji dest da.

\"11478.jpg\"

Çiyavanê Kurd li heyamê pir ji 35 salan wezişa çiyavaniyê de,her tim ciwanên bajarê Mihabadê bo werziş û ciyawaniyê teşwîq dikirin û hejimarek ji ciwanên wî bajarî li werzişa çiyavaniyê de pêgehandin.

Cihê basêye ku navbirî melevanekî gelek jêhatî bûye û di heyamê jiyanê xwe de canê pitir ji 80’kesan li bendava Mihabatê rizgar kiriye.