Li Merîwanê 4 welatî hatine binçavkirin

18:13 - 4 Gulan 2021

Şeva Dûşemî 13`ê Banemerê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Kejwan Feyzî, Fuad Feyzî, Şêrko Suhrabî û Ako Çawgî” ên xelkê taxa “Daseyran”a bajarê Merîwanê, hatine binçavkirin.

Ew 4 welatiye, piştî vê yekê ku wan nerizayetiya xwe li hemberî manora selefiyên tundajo nîşan dabûn, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexûya hatine veguhastin.

Şeva Şemî 11`ê Banemerê, selefiyên tundajo li taxa “Daseyran”ê êrîşî li ser malên wan 4 welatiyan kiribûn û du kes jî birîndar kiribûn.