LI MÊRDÎNÊ PIRTÛKA MELA MISTEFA HATE BELAVKIRIN

17:25 - 2 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Duh, piştî ku berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo beşdarî di civînekê de çone Mêrdînê, di Pêşangelek Wêneyên Mela Mistefa hate avakirin û Pirtûkek wî jî hate belavkirin.

Li gor ragihandina fermiya Turkiye TRT6’ê, Di wê Pêşangehê de ku li bajarê Mêrdînê hate li dar xistin, Wêneyên cor bi core Mela Mistefa Barzanî hatine nimayioşkirin.

Her wisa piştî ku hin ji Berpirsên Herêma Kurdistanê di wê Pêşangehê de beşdar bûn, Pirtûkek ku li ser “Mela Mistefayê Barzanî” hatibû nivîsandin, bi bê beramber di nava xelkê de hate belavkirin û ev yek tevî pêşwaziya xelkê ber birû bû.

Ev yekem pêşangeh bû ku li Kurdistan Turkiye bi awayek fermî dihate li dar xistin ku Taybet bi Mela Mistefayê Barzanî û Şoreşên wî be.

Mela Mistefayê Barzanî, Serokê Şoreşa Barzanan li Kurdistana Êraqê û Jeneralê Komara Mihabadê bû.