LI MÊRDÎNÊ 1700 ÇARŞEW ANGU MASKE HATINE VEDÎTIN

15:34 - 29 Tebax 2012
Ajnasa Kurdpa: Li nêzika navçeya Kerboranê a Mêrdînê, li ser hewzayê Bendava Îlisuyê, di xebatên lêkolînkirinê de maskeyên (rûpoş) 1700 salî yên aîda heyama Împaratoriya Romayê hatin dîtin.

Ew rûpoşana aîda heyama Împaratoriya Romayê ne û ji hesin û bronzê pêk tên.

Ew aîda şanogerên gerok bûne û ew jî derdixe holê ku, 1700 salî berê li Mêrdînê şano hatiye lîstin.

Bi salan e gellek saziyên sivîl û kesayetên navdar, li hemberî bendava Îlisu derdikevin ku were rawestandin lê heta niha biserneketine.

Ew maskeyana ji hesin û bronzê hatine çêkirin.

Ev şarşew li qada Bendava Îlisuyê de di dema vekolînan de hate vedîtin.

Ew herême li Kurdistan Turkiye, herêmeke dîrokî ye û bi gellek şaristaniyan re mazubanî kiriye.