Li meha Xakelêweya sala 1400`an de 29 haletên binçavkirin li Kurdistanê hebûne

18:11 - 24 Nîsan 2021

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di meha Xakelêweya sala 1400`an de, bi giştî 29 welatiyên Kurd hatine binçavkirin.

Bajarên “Merîwan, Şino û Bane”yê, zêdetirîn hejmara binçavkirinê hebûye û piştre bajarên “Pîranşehr, Selmas, Îlam, Nexede û Sine”yê welatiyên binçavkirî yên din li xwe girtine.

Sedem û awayê binçavkirina welatiyan:

Binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve: 29 kes

Nerohniya qederê piştî binçavkirinê: 22 kes

Nerohniya cihê ragirtinê piştî binçavkirinê: 19 kes

Zevtkirina emrazên kesîn yên welatiyan: 1 halet

Lêdan, azardan û îşkence û sivikatîkirin bi welatiyan di dema binçavkirinê de: 3 halet

Rohnkirina tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin li dema binçavkirinê:

Hevkarî digel Partiyên Kurdî: 3 kes

Birêvebirin û beşdarbûn li rêûresmên Newroza sala 1400`an de: 18 kes

Ronkirina zêdetir:

Piraniya girtiyan bi bê hebûna belgên yasayî hatine binçavkirin.

Herwisa piraniya binçavkiriyan di heyema binçavkirinê de bi awayê demkî ku nêvînciya wan 1 heta 2 meh in, ji destpêragihîştin bi parêzerên diyarîkirî û hevdîtin digel malbatên xwe, hatine bêparkirin.

Yek ji binçavkiriyan werzişvanekî naskirî yê xelkê “Dêhloran” ê bi navê “Ekber (Hîwa) Heyderpûr” e.

Yek ji binçakiriyan jin bûye.

Pêka amarên tomarkirî li navenda amara Rêkxirava Mafê Mirovî a“Kurdpa”yê;

Di sala 1399`an de, bi giştî 525 welatiyên Kurd li Kurdistana Îranê hatine binçavkirin.

Amadekar: Evîn Mistefazade