Li meha Xakelêweya sala 1400`an; 83 sal girtîgeh bi ser 8 welatiyên Kurd hate sepandin

18:52 - 24 Nîsan 2021

Pêka amarên ku li navenda amar a Saziya Mafê Mirov a“Kurdpa”yê di meha Xakelêweya sala 1400`an, bi giştî 83 sal girtîgeh bi ser welatiyên Kurd hatiye sepandin.

Li heyamê meha Xakelêweya sala 1400`an de, bi giştî 8 welatiyên Kurd di dadgeha şoreşa Îslamî de, bi 83 sal girtîgeh hatine cezadan.

Herwisa li wê heyamê de, cezaya 15 sal girtîgeh ên 3 welatiyên Kurd ên  xelkê bajarê Pîranşehrê, yên bi navên “Necmedîn Suxenwer, Şoreş Ebdullahnijad û Selah Acî”, li dadgeha pêdaçûnê de, hatine piştrastkirin.

Herwisa “Subhan (Raşid) Ehmedî” di dadgeha pêdaçûnê de, li cezaya 1 sal û 1 roj girtîgehê, bê guneh hate nasîn û cezaya îdama girtiyê siyasî “Erselan Xudkam”, bo girtîgeha heta hetayî hatiye kêmkirin.

Ronkirina zêdetir li derheq sepandina 83 sal cezaya girtîgehê bi ser 8 welatiyên Kurd di meha Xakelêweya sala 1400`an de:

Awayê cezayan:

Girtîgeha te`izîrî: 83 sal

Tohmeta ku bi ser wan de hatiye sepandin:

Hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî: 4 halet

Propagende li dijî nizamê: 2 halet

Çalakiyên olî û endambûn li girûpên olî: 2 halet

Warê çalakiya hejmare ji wan kesan ku hatiye rohnkirin:

Neraziyên meha Xezelwera sala 1398`an: 1 halet

Çalakvanên olî: 2 halet

Çalakvanê kedkarî: 1 halet

Amadekar: Evîn Mistefazade