Li kûrexaneyik li şarê Pîranşar 3 kirêkarên Kurd bûne qurbanî

16:48 - 1 Hezîran 2013
Ajansa kurdpa : bi heger qetana tesme li kûrexana gundê “ Xorîncî” ser bi şarê Pîranşar, kirêkarik canê xwe ji dest da û 2 kirêkarên din birîndar bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem 8ê Cozerdan kirêkarik bi navê “ Ebûbekir” xelkê gundê Xorînc a ser bi şarê Pîranşar li dema xebitînêde bi hegera qetyana tesma kûrexana gund, canê xwe ji dest da.

Yekik ji wan gundiyan bi nûçegihaniya kurdpa ragihand : ew kirêkarê Kurd kurê Elî Rehmanî Hacî û her wisa xwedî jin û zarok bûye.

Ew hevwelatî ragihand jî : her li wî wextî 2 kirêkarên din yê gundiyên gundê Xorînc bi navên Mesûd Moradî kurê Ceifer û Elî Morad Resûlî kurê Ismaîl birîndar bûn.

Gorekî statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîka kurdpa, li despêka heyva Xakelêwa îsal heya niha 9 kirêkarên Kurd bi hegerên qewimiyên kar li herêmên Kurd rûniştiyên Îran canê xwe ji dest dane. Ew hejmara bi pişt rast kirin bi jimarên statîstîkên ajansa kurdpa tên weşîn , dibe ku jimara rast ji vê jimarê jî zêdetir be.