Li Kurdistanê De Komkirina Alîkriyan Ji Bo Lêqewmiyên Wanê Dest Pêkir

12:16 - 19 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Cemiyeta Hîlala Sor a Kurdistanê bi armanca komkirina alîkariyan ji bo lêqewmiyên erdheja bajarê Wanê, hinek bikne û xêwet li bajarên Kurdistanê de damezirianiye.

Li gor nûçeya Nûçegihaniya Kurdistanê li Parêzgeha Kurdistanê, welatiyên Kurd pêşwaziyek gerem ji hewla komkirina alîkaiyên aborî ji bo xelkê Wan kirine.

Her di vê Pêwendiyê de Areş Lihonî, berpirsê Cemiyeta Hîlala Ehmer a Kurdistanê ji nûçegihaniya Mêhr re ragihanidiye: “ Ji bo komkirina alîkariya aborî ji 18.11.2011-an de bi damezirandina xêwetan li bajarên cur bi cur ên Kurdistanê de, em mijûlê rêvebirina karê mirovî ne.

Vî berpirsê daxwaz ji welatiyê Kurdiastanê kiriye ku xwe ji dana alîkariyên ji xeynî pere bo vê navendê biparêzin, ji ber ku wan şiyana şandina alîkariyên han bo Tirkiyê nîne.