Li Kurdistana Rojava ajansa nûçeyan a bi navê Hawar dest bi weşanê dike
12:43 - 8 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Li Kurdistana Rojava ajansa nûçeyan a bi navê Hawar dest bi weşanê dike. Ajansa Hawar wê ligel zimanê Kurdî, bi 4 zimanên din jî kar û xebatên xwe bimeşîne; bi Kurdî, Erebî, Îngilizî, Rusî û Fransî.
Pêka rapora AvestaKurd,ê Li Kurdistana Rojava yekem care ku ajanseke nûçeyan a bi navê Hawar (ANHA) dike dest bi weşanê bike. Berpirsyarê ANHA\'yê Ednan Mistefa di vê mijarê de wiha dibêje, \"ajans di pêvajoya amadekariyê de ye û hîn aliyên wê yên teknîkî temam nebûne. Ajans wê taybet ji bo Kurdistana Rojava be, lê wê nûçeyên giştî, yê parçeyên din ên Kurdistan û cîhanê jî belav bike.”
Rêvebirê Ajansa Hawarê Ednan Mistefa, di derbarê armancên ajansê de jî wiha got: “Armanca ajansê ya sereke ew e ku bûyer û pêşketinên li Kurdistan Rojava di warê civakî siyasî, aborî û hunerî de tên jiyandin, bi rayagiştî re parvebike ye. Armanceke din jî ya ajansa me ew e ku gelê Kurd bi cîhanê bide naskirin e.”
Navenda ANHA\'yê wê li Kurdistana Rojava be û ligel Kurdî, wê bi Erebî, Îngilizî, Rusî û Fransî weşanê bike.
Tê plankirin ku Ajansa Nûçeyan a Hawar berî Newroza 2013 an dest bi weşanê bike