Li Kurdistan û Îranê mamosteyên nerazî meş lidar xistin

20:26 - 7 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Tevî zext û givaşên hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îarnê, mamosteyên Kurdistan û Îranê hember birêveberiyên Perwerde û Hînkirinê xwepêşandan lidar xistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro pêncşemî bervar 7`ê gulana 2015`an, li piraniya bajrên Kurdistan û Îranê, mamosteyan bi nîşaneya nerazînbûnê, hember îadareyên Perwerde û Hînkirinê, daxwaza mafên xwe yên rewa kirin.

Pêştir ji aliyê sendîkaya mamosteyan ve, biryar hatibû dayîn ku îro mamosteyên seranserê Kurdstan û Îranê, bi nîşaneya nerazîbûn ji rewşa bijîv û debara jiyana xwe, ferq û ciyawaziyên navbera fermanberan li wî welatê , sîstema şaş ya hînkirinê û her wiha sozên bê bingeh yên Rûhanî li ser cî bi cî kirina xwestekên wan, xwepêşndanan lidar bixin.

Peyamnêrên Kurdpam li bajarên cihê reng yên kurdistanê ajansa Kurdpa re ragihanidin ku îro li Urmiye, Merîwan, Seqiz, Kirmşan, Îlam, Qurewe û Bokan, mamosteyan xwepêşandan lidar xistin.

Wan çavkaniyên nûçeyan herwiha îlan kirin: Tevî vê hindê ku atmosfereke ewlekarî ya giştî bi ser xwepêşanderan de hakim bû, lê dîsa meşa mamosteyan bi coş û heyecaneke mezin birêve çû.

Herwiha jêdereke agah li bajarê Urmiyê bi lêv kir ku hêzên leşkerî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, gellek hewil dan ku hember xwepêşanderan bibin asteng, lê mamosteyan guh nedan gotinên wan û bi meşeke girseyî daxwaza mafên xwe yên rewa kirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji binçavkirin û bûyerên ku piştî xwepêşandanan hatine holê, zaniyariyek bi ajansa Kurdpa re nehatiye ragihandin.

Beriya birêveçûa wan xwepûşandana, navendên ewlekarî yên bajarên Kurdistan û Îranê bi mamosteyan gotibûn: Di egera birêvebirina xwepêşandanan de, ew dê bên binçavkirin (yan li kar bên avêtin), herwiha li piraniya bajaran sozên nivîskî ji wan hatibû stansibûn da ku meşên nerazî bûnê lidar nexin.

Meha sibata borî jî, li piraniya bajarên kurdistan û Îranê, Memosteyan xwepêşandanên nerazîbûnê birê ve biribûn.

Di demekê de ku nêzî du sal bi ser desthilata Rûhanî yê Serokomarê Îranê re derbas dibin, lê hîna tu xwestekên mamoste û nifşên din yên civakê cî bi cî nekin e.

Gorî amaran, zêdeyî 1 milyon mamoste li Îranê karê perwerdeyî dikin û 750 hezar mamosteyên teqawidkirî (malnişîn) jî li wî welatî dijîn.

\"26398.jpg\"

\"26397.jpg\"

\"26400.jpg\"

\"26399.jpg\"

\"26395.jpg\"

\"26403.jpg\"

\"26401.jpg\"

\"26402.jpg\"

\"26404.jpg\"