Li Kirmaşanê welatiyekî Kurd hat darvekirin

14:49 - 18 Kanûna Paşîn 2015
ajansa Kurdpa: Hukmê darvekirina welatiyekî Kurd ê parêzgeha kirmaşan a rojhilatê kurdistanê, li bajarê Zahîdanê (ji aliyê dozgeriya hikûmeta Îranê ve) birêve çû.

li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, welatiyekî temen 40 salî, xelkê bajarê Qesir Şîrîn ê ser bi parêzgeha Kirmaşan, doh berbanga sibehê (17’çileya paşîn “january” a 2015’an), li girtîgeha navendî a Zahîdanê hat daliqandin.

peyamnêrê Kurdpa li Kirmaşanê nasnameya wî welatiyê kurd ê îdam kirî, Kûroş Emîniyan (temen 40 salî) ragihandiye.

Xizmek ji malbata wî welatiyê kurd peyamnêrê kurdpare wiha axifî : Kûroş di demekê de hat îdam kirin ku darizandina wî nekemilî bû û heya niha jî Dezgeha Bilin a Qezayî, hukmê dawîn ê darvekirinê bi wî re nepejirandiye.

Zindaniyê Kurd ê navborî bo heyamê 4 salan li zindana hikûmeta Îslamiya Îranê (bi hukmê bazerganî kirina madeyên hişber) hatibû tometbar kirin.

Kûroş Emîniyan eyal dar û xwedî 2 zarok e.