Li Kirmaşanê pêşangeheke wêneyan ji kincên dayîkên Kurd+Wêne

21:10 - 18 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hunermendeka ciwan ya kurd li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeheke wêneyan ya bi navê “Kemerçîn” bi armanca nasandina cil û bergên jinên Kurd, lidar xist.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îvara roja borî (17`ê gulanê) Periya Xancanî, hunermenda Kurd, pêşangeheke wêneyan a bi navê “Kemerçîn” bi mijara kincên jinên Kurd, li Kirmaşanê birê ve bir.

Ew hunermenda Kurd, 11 berhemên nû yên wêneyan di wê pêşangehê de amadeyî dîtina kesên li wir beşdar dibin kiriye.

Tevahiya wêneyan bi avayekî rasteras ji dayîkên Kurd hatine girtin û bi rengên xwe yên xwezayî û rasteqîne tên nîşan dan.

Gorî raportên berdest ajansa Kurdpa, Periya Xancanî di destpêka merasîmê de ragihandiye:“Min bi wî karî xwestiye jinên Kurd yên Kelhorî, (bi kinc li xwe kirina wan) bi hemû kesê bidim nasandin; hemwelatiyên xwe agahdar bikim ku gelê Kurd xwedî ruheke hestiyar û çandeke dewlemend e. herwiha bidim zanîn ku Kurd nasnameya xwe bezir nekiriye.”

Her li ser vê mijarê, Hîwa Paşayî mamosteyê pêymangehên Huerî yên zanîngeha Tehranê, piştî axaftina Periya Xancanî wiha bilêv kir: Mêrên Kurd yê Kelhor bi guhertina cil û bergên xwe, çanda xwe winda kirin e, lê jinên Kurd yên kelhor bi berkirina kincên berê yên Kurdî wek; belmak, egale (xawik), bersing, milik, tîşik û …hwd ji wê çandê xwedî derketin e.

Ew pêşangeh dê heya 23`ê gulanê (2`ê hezîranê) li holeya Xedîr ya Kirmaşanê bo serdana hemwelatiyan dom bike.

\"26611.jpg\"

\"26610.jpg\"

\"26612.jpg\"

\"26609.jpg\"

\"26608.jpg\"

\"26599.jpg\"

\"26598.jpg\"

\"26597.jpg\"

\"26596.jpg\"

\"26603.jpg\"

\"26595.jpg\"

\"26605.jpg\"