Li Kirmaşanê hemwelatiyekî bi sedema herifîna dîwar canê xwe jidestda

20:53 - 19 Îlon 2016
Kurdpa: Berpirsê peywendiyên giştî’yê nawenda rêveberiya hewarhatina Pizişkî ya parêzgeha Kirmaşanê, ragehand ku, Ji ber herfîna dîwarekî, hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Ekber Azadî ji rêya nawenda Nûçegîhaniya \"Mehr\" a ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve da zanîn ku, roja Yekşemî 18’ê Îlona 2016’an, li gûndê \"Pasar\" ya ser bi bajarê \"Hersînê\", bi sedema herifîna dîwarekî, hemwelatiyekî jiyana xwe ji dest da ye.

Berpirsê peywendiyên giştî’yê nawenda rêveberiya hewarhatina Pizişkî ya parêzgeha Kirmaşanê herweha zêde kir ku, herifîna divarê navbirî, hevdem bûye sedema birîndarbûna 2 hemwelatiyên din.

Navbirî herweha got ku, birîndarên vê bûyera han, bi Tirumbêlên xelkê, ji bo Nexweşxaneya wî bajarî, hatine veguhsitn.

Hêjayê basê ku ji ber xamsariya berpirsên warê ewlekariyê di Îranê de, salane hejmarek berçav xelkê, li ber bûyerên weha, canê xwe ji dest didin.