Li Kirmaşan 3 Hezar Kes Tûşî Nexweşiya HIV Bûne

12:26 - 1 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li parêzgeha Kirmaşan 3 hezar kes tûşî nexweşiya îdzê bûne û rêjeya herî zêde ya îdzê li nav temenê 25 heta 35 saliyê de ye.

Berpirsê Nexweşiyên vegir li parêzgeha Kirmaşan di hevpeyvînekê de ligel nûçegihaniya ISNA raginad li Parêzgeha Kirmaşan 3 hezar kes tûşî nexweşiya HIV bûne ku %91 ji wan mêr in û %9 jin. herwiha piraniya wan li temenê 25-35 saliyê de ne û %65 ji wan ji rêya bengdariya bi derzî û %19 jî ji rêya pêwendiyên cinsî ve tûş bûne.
Navbirî herwiha zêde kir ku herçend serjimêriya han nîşaneya rastiyên civakê nîne ji ber zor in ew jin û mêrên ku tûşî vê nexweşiyê bûne lê nevêrin xwe eşkere bikin.

Doktor Bîglerî bi vê awayê dawî bi qisên xwe anî: “jimareya tûşbûyên nexweşiya HIV li Îranê di sala 2010-an de 23 hezar û 125 kes hatiye ragihandin û evane ew kes in ku tenê hatine peydakirin.

Dr. Omîd Zemanî pispor di warê nexweşiyên HIV ji nûçegihaniaya Mêhr re gotiye ku li Îranê zêdetir ji 100 hezar kes tûşî nexweşiya han in, lê ji tirsa civakê nevêrin xwe eşkere bikin.