Li Kamyaranê Mamostayek Kurd, Li Ser Kar Tê Derkirin

13:30 - 31 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Mamostayek Kurd ê bajarê kamyaranê bi navê Xelîl Fatihî ku 4 salan beriya niha bi tawana hevkarîkirin ligel yek ji opozîsiyonên Kurdî yên dijî Îranê sê salan li zîndanê bû, vê carê ji aliyê Şêvra Navenda Îdareya Perwerde û Fêrkirinê li ser karê xwe hat derkirin.

Li gor ew nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpa, Xelîl Fatihî piştî bi dawî anîna heyamê zîndana xwe, car din vedigere ser karê xwe yê mamostatiyê û karê xwe didomîne.

\"khalil.jpg\"

Lê Şêvra Navendî ya Îdareya Perwerde û Fêrkirina parêzgeha Kurdistanê, ev heyama ku navbirî li zîndanê de dibe, weke beşdarnebûna bê sedem li ser polên dersê hesêb dike û li ser vê bingehê anku \"amadenebûna bê sedem li ser vaneyên dersê\" wî ji kar derdike.