4 binçavkirindi Rojekê de; Hejar Tûreî û Rizgar Xanpaye jî li Pîranşarê hatin binçavkirin

05:03 - 17 Kanûna pêşîn 2025

25 Sermaweza 1404an a Rojî, Bi binçavkirin du welatiyên din ên xelkê Pîranşarê, bi navên "Hejar Tûrecî" û "Rizgar Xanpaye" ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, hejmara binçavkiriyên li vî bajarî di rojekê de gihîşt 4an. Berê, Kurdpa nûçeya binçavkirina "Tahir Bapîran naskirî bi(Baram)" û "Siyamend Îsmaîlî" weşandibû.
 
Li gorî çavkaniyek ku ji Kurdpa re ragihandiye, sibeha roja Duşemî, 24 Sermaweza 1404an a Rojî, "Hejar Tûrecî", kurê Ebûbekir, û "Rizgar Xanpaye", kurê Mihemed Emîn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di serdegirtinekê de li ser mala wan bêyî biryara dadgehê hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
 
Divê bê zanîn ku Hejar Tûrecî zewicî ye û bavê çalakvanekî siyasî û endamê partiyên Kurdî yên li derveyî Îranê ye. Rizgar Xanpaye jî zewicî ye.
 
Di vê mijarê de, sibeha Duşemê 24ê Sermaweza a 1404an a Rojî de, du welatiyên Kurd ên bi navên "Tahir Bapîran naskirî bi(Baram)" û "Siyamend Îsmaîlî" yên xelkê "Şînava" ya Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî biryara dadgehê bi tundî hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
 
Heta dema weşandina vê nûçeyê, di derheq sebebên binçavkirin û tohmetên li dijî van welatiyên Kurd de ti agahî tune ye.
 
Divê bê zanîn ku li Komara Îslamî ya Îranê, girtiyên siyasî bi awayeke sîstematîk ji mafê hebûna parêzer, mafê serdana malbatên xwe û heta mafê têkiliyê bi wan re di dema binçavkirina bereday de 
 bêpar dike. Di hin rewşên sînorkirî de, di bin zext û şopandina domdar a malbatên wan de, tenê çend deqeyan destûr tê dayîn ku têkilî bi wan re were danîn, lê li Kurdistanê, destûr nayê dayîn ku girtî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û tenê destûr tê dayîn ku çend peyvan bi Farisî ji hêzên ewlehiyê re bibêjin ku ew "di bin çavdêriyê de ne û baş in".