Li Jinvê Konfiransek li ser Mafê Mirovan li Îranê de birêve diçe

16:46 - 1 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: konfiransek taybetî bi pişkdariya Ehmed Şehîd û Şîrîn Êbadî li ser Ferq û cûdahî danîn li navbera neteweyên Îranê û kêmaniyên olî li Îranê de, bidarvekirin, pirsa jin û nîşandana kurte rêportajekê li ser kolberên Kurd , pirsa kolberan, li Jinêva Sûîsê birêve diçe.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Sêşmî berwar 12’ê Adar a 2013’an, komeleya mafê mirov a Kurdistanê konfiransek taybet bi pişikdariya Dr,Ehemd Şehîd nûnerê taybetî yê netwên yekgirtî bi mafên mirovan li Îranê û Şîrîn Îbadî wergirê xelata Nûbêlê li ser rewşa mafê mirovan li Îranê de birêve dibe.

Konfirans li çend teverên sereke wek: Ferq û cûdahî danîn li navbera neteweyên Îranê û kêmaniyên olî li Îranê de, bidarvekirin, pirsa jin û nîşandana kurte rêportajekê ji aliyê Jiyar Gol rêportêrê Kanala BBC li ser pirsa kolberên Kurd li xwe digire.

Konfirans hevdem li gel birêveçuna 22’mîn civîna şivra mafê mirovan li Salona 23’ê a neteweyên yekgirtî birêve diçe.