Li Îslamabada rojava du mamosteyên wêjeya Kurdî hatin bi bîranîn

19:35 - 18 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Hezkiriyên xweza û ekolojî ligel hunermendên Kurd ên Îslamabada rojava, di çalakiyeke jîngehparêzî de, du mamostayên binavbang ên çand û wêjeya Kurdî bi bîr anîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di nêz bûna Newrozê de hejmarek çalakvanên ekolojîst û hezkiryên Xweza û siruştê, bi çandina daran du mamostayên wêje û edebiyata Kukrdî anîn bîra xwe.

Ew çalakî bi munasibeta bilind nirxandina bîra Helbestvan û lêkolînerê navdar- Hejar û Elî Nezer Menûçêhrî- Afrînerê rêbaza nivîsînê a “Hore” hat lidar xistin.

Suhrab Muradî-Yek ji birêveberên wê merasîma sembolîk, armanc ji wî karî, girseyî kirina çanda hêşînkirina daran û parastina xwezaê destnîşan kir.

Navborî amaje bi vê yekê jî kir: Mebestek din ji lidarxistina wê rêûresmê, bi bîranîna hunermend û nivîskarên binav bang ên Kurd di dîroka Kurdistanê de bûye.

Wêne: Daryûş Muradî

\"25467.jpg\"

\"25464.jpg\"

\"25465.jpg\"

\"25470.jpg\"