Li Îranê De 72 Hezar Jinên Kartûn Xew Hene

18:47 - 8 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Malpera “Shahrzadnews” ragihand ku li welatê Îranê de 72 hezar jinên tûşbûyî bi madeyên sirker hene û bi sedema nebûna tu cihekê dema razanê, şewan li ser kulan û li parkan de li li nav kartûnan de dirazên.

Jale Şadab Teleb, Civaknas û Lêkolera warê pirsa jinan eşkere kir piraniya ew jinên bê mal û cih li başûrê Tehranê di nava kartunan de dirazên û ragihand ku li Tehranê de tenê cihek bo razana jinên tûşbûyî bi madeyên sirker heye.

Li gor gotinên vê civaknasê, ev binkeya ku ji bo bêhnvedan û razana jinên bengdar hatiye diyarîkirin, tenê cihê 40 kesan heye, lê di werza zivistanê de bi neçarî 80 kes li vê binkeyê de bêhna xwe vedidin.

Jale Şadî Teleb eva jî eşkere kir ku ji sedî 85 kes ji ew jinên bê cih û war nexwendevan in û di warê aborî jî gellek dest kurt in.

Li gor serjimêriya Deftera Xebat Dijî Madeyên Hişber ya ser bi Saziya Netewên Yekbûyî ku di havîna 2011-an de belav kiriye, li Îranê de 1 milyon û 100 hezar jinên tûşbûyî bi madeyên sirker hene.