Li Îranê de 145 hezar zarok li Xwendinê hatine bêpar kirin

13:34 - 13 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: li Îranê 145 hezar zarokên temen 7 heya 11 salî li xwendinê bicî mane û bi nexwendewar tên hesibandin.

Yûsif Nûrî di hevpêwînek bi rojnameya “Cam Cem”ragehan: eger wan zarokan xwendina xwe dok kiriban û niha li yek ji polên 1 heya 6 saliyê mijûlî xwendinê bûn.

Ew karbidestê nawenda Amar û Teknelojiya Îranê rêjeya Kur û Kiçên vê amara 145 hezar kesi ranegehandiye.

Berê jî “Elî Baqirzade”berpirsyarê rêkxistina “Sewad Amûzî”bi pişt girêdan bi encama serjimêriya sala 2011’an ragehandibû, li Îranê de 9 milyonû 719 hezar nexwendewar hene ku temenê 3 milyon û 456 hezar kesê wan, li navbera 6’ heya 49’salî deye.li hemû vê rêjeyê tenê %5 temenê wan li navbera 6 heya 19’salaan û %2 jî temenê wan li navbera 6’heya 9’salan e.

Heyamek beriya niha jî “Ekber Ezîmî” cêgirê Îdareya Perwerde û bar înana parêzgeha Kurdistanê ragehandibû, ku li gorî serjimêriya sala 2011’an 286 hezar û 239 kes nexwendewar li parêzgeha Kurdistanê hene.

Welatê Îranê li naw 178 wilatên Cîhanê de li rêzbenda 120ê deye û her wisa %23 ji heşîmeta wilat kesên nexwendewar pêktînin.